PeyamaKurd – Buro ya esîran ya girêdayê Hamasê bi nivîskî daxwuyanî da ku Îsraîlê 10 Fîlîstîniyên li Xezzayê dîl girtibû serbest berdaye.
Dîlên Fîlîstîniyan ji deriyê Kerem Ebû Salimê de ketine axa Xezzayê. Komîta Xaça Sor ya Navdewletî (ICRC) di daxwuyaniya xwe de got ku heya dîl çûne nav axa xwe jî bi wan re rêhevaltî kirine.
10 dîl piştîçûne Xezzayê ew birine nexweşxana Şehîdên Aqsayê ya li bajarê Deyr el-Belahê.