PeyamaKurd – Medyaya Îsraîlê ragihand ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu, piştî serdana xwe ya Amerîkayê û hevdîtina bi Donald Trump re, ji bo operasyonên leşkerî yên berfireh "destûra azad" wergirtiye. Tê diyarkirin ku Trump piştgiriya xwe nîşan daye ku Îsraîl li dijî gefên li herêmê bi awayekî azad tevbigere.
Li gorî agahiyan, artêşa Îsraîlê ji bo 6 eniyên cuda yên wekî Xeze, Şerîaya Rojava, Lubnan, Sûriye, Yemen û Îranê senaryoyên nû yên êrîşê amade kirine. Ev plan nîşan didin ku Îsraîl amade ye di heman demê de an jî di demên cuda de li van hemû herêman operasyonên leşkerî bimeşîne.
Hate îdiakirin ku Trump bi taybetî ji bo êrîşa li ser Lubnanê "çira kesk" ji Netanyahu re vêxistiye. Piştî ku Hizbullahê daxwaza radestkirina çekên xwe red kir, Trump destûr daye Îsraîlê ku li dijî vê rêxistinê û xaka Lubnanê dest bi êrîşên nû bike.