Îsraîl Katz: Em ê tu carî ji Xezeyê venekişin

Dîroka Weşanê :
Îsraîl Katz: Em ê tu carî ji Xezeyê venekişin

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz, îro ragihand ku artêşa wan dê "tu carî" ji Xezeyê venekişe û ew plan dikin li bakurê herêmê wargehên nû ava bikin.

Wezîr Katz di merasîmekê de li Beyt Elê axivî û diyar kir ku hebûna Îsraîlê ya li Xezeyê dê herdemî be. Katz destnîşan kir ku dema guncaw were, ew ê li bakurê Xezeyê dest bi avakirina wargehên nû (settlements) bikin.

Katz der barê nerazîbûnên navxweyî û navdewletî de jî got: 

Dibe ku xwepêşandan çêbibin, lê em wezîr in û em ê vê yekê bi awayê rast û di wextê rast de bikin."