Mesrûr Barzanî: Divê hikûmeta nû ya Iraqê li ser bingeha şirîkatî û hevsengiyê be

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî: Divê hikûmeta nû ya Iraqê li ser bingeha şirîkatî û hevsengiyê be

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê (23yê Kanûna Pêşîn a 2025an) pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Siyade Sermed Xemîs Xencer kir.

Di civînê de rewşa siyasî ya giştî ya Iraqê û danûstandinên ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmetê hatin gotûbêjkirin. Mesrûr Barzanî û Sermed Xemîs Xencer tekez kirin ku ji bo serkeftina pêvajoyê, divê hikûmeta nû li ser bingeha sê prensîbên sereke were avakirin: şirîkatî, hevsengî û lihevkirin.

Her du aliyan destnîşan kir ku pêwîst e hikûmeta ku were avakirin, bêyî tu cudahiyan xizmeta hemû welatî û pêkhateyên Iraqê bike û daxwazên rewa yên gel bi cih bîne.