PeyamaKurd – Di demekê de ku hêzên di bin kontrola Ehmed Şera de li rojhilatê Helebê operasyonan dikin, artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê deverên nû kontrol kirin.
Li gorî ajansa SANAyê, hêzên Îsraîlî bi sê pîkab û jîpek e eşkerî ketin gundên Mearya û Abdîn ên li parêzgeha Derayê û li wir bi cih bûn.
Ev pêşveçûna Îsraîlê di heman demê de pêk hat ku milîsên ser bi Şamê (HTŞ) ketin bajarokên Dêr Hafir û Meskeneyê yên ku HSD jê vekişiyabû.
Tevî ku Îsraîl li Quneytra û Derayê kontrola xwe berfireh dike, rêveberiya nû ya li Şamê heta niha tu bersiveke leşkerî nedaye û bi tenê bi daxuyaniyan sînor kiriye.