Rojava | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

Rojava | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya li Rojavayê Kurdistanê, rewşa dawî ya vîrusa koronayê eşkere kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku di 24  saetên borî de 35 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku 2 kes li Hesekê, 17 kes li Qamişlo, 9 kes li Dêrikê, 1 kes li Kobanê, 4 kes li Reqayê û 1 kes li kampa Roj in.

Herwiha hat eşkere kirin ku 2 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê li gorî amarên fermî ji destpêkê heta niha 18814 kes bi koronayê ketine, 1906 kes baş bûne û 768 kes jî pê mirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin