PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlona 2021ê pêşwazî li Serokê Desteya Destpakiyê Ehmed Enwer kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir, kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser berdewamiya proseya çaksazîyê, rûbirûbûna gendeliyê û nehîştina hederkirina samanên giştî rijd e.
Di hevdîtinê de, tekezî li girîngiya hevahengiya di navbera dezgehên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê de hate kirin, ji bo rûbirûbûna gendeliyê, xizmetkirina welatiyan û nehiştina kedxwarin û rûtînê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin