PeyamaKurd- Rêxistina doktorên sînornenas ragihand ku ji 100 koçberî zêdetir, di dema dixwestin ji Lîbyayê herin Awrûpayê jiyana xwe ji dest dan.
Li gor ragihandina rêxistinê 2 bot di 1 ê êlûnê de ji Lîbyayê veqetiyan. Piraniya koçberan Afrîkî bûn û di botekê de ariza motorê qewimî. Bota dinê xesar dît û hewa wê vemirî.
Li gor îfadeyên kesên ku rizgar bûne, kesên ku sax rizgar bûne ji aliyê hêzên asayîşa deryayî ve hatin birin bo limana Humsê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin