Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser Afxanistanê axifî

Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser Afxanistanê axifî

PeyamaKurd – Piştî civîna wezîrên karên derve yên NATO yê ku bi mijara Afxanistanê civiyabûn, serokê Amerîkayê Biden li ser Afxanistanê axifî. Biden weha got:

“Li derekî weha dûr ya dinayê tenê Amerîka dikare operasyonên weha serkeftî bike. Heya niha me 8 hezar kesî tehliye kir. Amerîka soza xwe digre. Em ê alîkariya lîderên jin û rojnamevanan bikin. Em niha nizanin bê çend Amerîkayî li wê derê ne. Em dixwazin baş bizanibin. Di nava kesên do hatin tehliyekirin de sîvîlên ku me bi derfetên leşkerî anîn hene.

Heya vekişandin biqede wê operasyon dewam bike. Em bi NATO re di nav hevkariyê de ne. Wê operasyon di rojên pêşiya me de dewam dike heya biqede. Hemî Amerîkayiyên dixwazin werin malê, em ê wan bînin. Operasyona tehliyê operasyonekî talûkeye. Em di bin şertên zor de operasyonan dewam dikin. Talûka candayînê jî heye. Em bi Talîbanê re di nav têkiliyan de ne. Em digihên baweriyê ku heya sîvîlan derbas dikin.

Kî bixwaze îstîqrarê bîne herêmê, em ê bi wan re bixebitin. Di çend rojên dawiyê de ez bi Boris Johnson, Şansolye Merkel û Emmanuel Macron re axifîm. G-7 di hefteya pêşiya me de dê bi awayekî lezgîn bicive. Em ê biryarekî hevpar di derbarê Afxanistanê de bidin. Em li ser rêya ku em ê çawa bi raya giştî ya dinyayê re bixebitin û rêyekî çawa bişopînin, em li serê axifîn. Hefteya borî em bûn şahide dîmenên ku dilê me êşandin. Gelkî normale ku bitirsin, xemgînin. Di mijara dahatûyê de nizanin dê çi bibe. Leşkerên me operasyonên zor dikin û talûkene. Dixebitin da Amerîkayiyên din, hevkarên me yên Afxanî û hevkarên me yên hevpar rizgar bikin.

Bo rexnekirinê piştî operasyonê dê gelkî wextê me hebe. Lê niha divê ez vî karî biqedînim. Em li ser rizgarkirinê hûr bûne. Ev karê me biqede wê hebûna me ya leşkerî ya 20 salan li Afxanistanê biqede. Kes kredibilita me ne nirxand. Me ji hevkarên me yên NATO yê tiştekî weha nebihîst. Ez ji herkesî, bi eksa wê tiştnan dibihîzim. Herkes difikire ku em bilez û li ser soza xwe tevdigerin. Em bo ji El Qaîde rizgar bibin û Bîn Ladîn bidin girtin çûn Afxanistanê û em biserketin. Wexta qedandina şer hat. Bedela 20 salî, li ser me bi 1 trîlyon dolarî destpêdike. Tehdîda terorê êdî guherî. Niha DEAŞ tehdîdekî mezintire. Ji El Qaîde û grûbên din yên terorîst tehdîd tên me. Li welatên derveyê Afxanistanê.

Em ê bi wezîr Blinken û hevkarên me yên din re bixebitin da karibin zorê deynin ser Talîbanê. Li vê derê bidestxistina hewla doza rewatiyê heye. Em ê şertên zor deynin pêşiya wan. Bo me esas, bê li hemberê jin û hemwelatiyan dê çawa tevbigerin. Îhtîmal nedihat dayîn ku hukumeta Afxanistanê û artêş di 11 rojan de biroxe. Li Rojhilata Navîn, Afrîka û herêmên din rêxistinên terorê pêşde diçin. Em li herêmên din yên dinyayê bi rêxistinên terorîst re têdikoşin. Bo her cûre nota û şîret tênkirin. Ev grûb negot di 11 rojan de bikeve. Min biryarekî da. Min got ez tevlî fikrê bibim. Yekîtiya fikrê ev bû: Gotin ev bûyer wê ber bi dawiya salê de bibe. Bi Talîbanê re peymana me heye. Niha îznê didin ku hemwelatiyên Amerîkayê bikevin balafirgehê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin