PeyamaKurd - Çalakiya greva birçîbûnê û rûniştina berfireh a nêzîkî hezar û 500 girtiyên ku cezayê bidarvekirinê li ser wan hatiye birîn, di beşa duyem a girtîgeha Qizilhîsar a Karajê ya Îranê de derbasî roja xwe ya çaremîn bû.
Ev nerazîbûna mezin a hundirîn piştî wê yekê dest pê kir ku rêveberiya girtîgehê pênc girtiyên mehkûmê sêdarê bi armanca cîbicîkirina cezayê wan veguhestin odeyên takekesî.
Girtiyan bi weşandina vîdyoyekê ji hundirê girtîgehê daxwaza betalkirina hikmên sêdarê kirin û bang li berpirsên dadweriyê kirin ku bi kêmkirina pileyekê di cezayên wan de, derfetê bidin wan daku karibin careke din vegerin cem malbatên xwe û ev babet wekî hewildaneke aştiyane ya ji bo jiyanê hat nirxandin.
Girtiyên di grevê de di peyama xwe ya vîdyoyî de banga hevkariyê li gel û parêzvanên mafên mirovan dikin û dibêjin ku ew jî beşek ji vê civakê ne, lewma daxwaz dikin ku xelk bibe dengê wan û dirûşma "Na ji bo sêdarê re" li her derê belav bikin.
Ev çalakiya ku her ku diçe dengê wê li qada navneteweyî zêdetir belav dibe, wekî yek ji mezintirîn nerazîbûnên girtiyên siyasî û asayî yên li dijî sîstema dadwerî ya Îranê tê nirxandin.