PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navça Dulkadiroxlu du otomobil lihev ketin û di encamê de 7 kes birîndar bûn. Di qezayê de İ.E. (19), A.Ş. (22), T.T (26), M.H (25), M.Ş. (30) û her du ajotvanên otomobîlan birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê ku çûn ciyê bûyerê mudaxela pêş kirin û birîndaran birin nexwexanê. Ji aliyê mirinê de rewşa birîndaran başe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin