PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê li navça Patnosê (Panosê) di felekê de otomobîlekî û ereba tîcarî li hev ketin û di encamê de 4 kes birîndar bûn ku yek ji wan zarok e.
Erebeyekî ji wan ket nava baxçe û ya dinê jî li dîreka elektrîkê ket. Qeza, seet li dorea 10.00an de qewimî. Navên ajotvanan nehat zanîn lê tîmên tenduristiyê dema çûn ciyê qezayê, her 4 birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Patnosê.
Polîs li ciyê qezayê tedbîran dît û lêpirsîna li ser qezay3e dewam dike.