PeyamaKurd – Li Tirkiye li bajarê Manisayê li navça Kula treylerekî, traktorekî û 3 otomobîl li hev ketin û di encamê de 8 kes birîndar bûn. Ajotvanê treyleri xistin bin çav.
Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê. Li gor agahiyan; qeza li ser rêya bejayiyê ya Kula - Eşme çêbûye. Di qezayê de Yıldıray Ünlü, İsmail Ünlü, Yaşar Yiğit, Aynur Gökdemir, Raz Açıkgöz, Ayşe Gökdemir, Sabahat Ece û Teslime Dallı birîndar bûne.
Birîndaran birine nexweşxana dewletê ya navça Kulayê. Hat ragihandin ku jiyana birîndaran ji aliyê mirinê de başe. Ajotvanê treylerê Mustafa Güleç xistine bin çav.