‘2 hezar 500 çekdarên Sûrî amadekariya çûna Ûkraynayê dikin’

‘2 hezar 500 çekdarên Sûrî amadekariya çûna Ûkraynayê dikin’

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku 2 hezar 500 çekdarên di bin kontrola artêşa Tirkiyê de yên li Sûriyê, amadekariyê dikin ku biçin Ûkraynayê.

Li gorî ragihandina Malpera Pars Today ku ji malpera El-Malûm veguhestiye, pisporê ewlehiyê yê Sûriyê Seîd Fars El-Seîd îdia kiriye, li Idlibê 2 hezar û 500 çekdar amadekariyê dikin daku biçin Ûkraynayê li dijî artêşa Rûsyayê şer bikin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku îstîxbarata Tirkiyê dê wan çekdaran pêşî veguhêze Polonyayê û ji wir jî derbasî Ûkraynayê bike.

Li gorî nûçeyê piraniya wan çekdaran bi regez ji Sûriyê, welatên Ereban û Çeçen in

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin