PeyamaKurd- Du kesên ji rêxistina çepên Tirkiyê ya rêxistina DHKP-C yê xwestin bikevin meclisa Tirkiyê. Bi wan re cîbazeka sexte ku weka bombe xuya dike hebû. Xwestin ku hinek ji xebatkarên meclisê rehîn bigrin lê ji aliyê hêzên ewlekariya meclisê de hatin desteserkirin.
Li gor ragihandina serdozgeriya Ankarayê; piştî hatine desteserkirin, cîhaza bi wan re hatiye kontrolkirin lê di encamê de cîhaz sexte derketiye. Nasnameya wan hat aşkerakirin. Berê jî tevlî gelek çalakiyên li dijî qanûnan bûne.
Li gor pisporên siyasî ev tevgera han bi armanca propagandeya rêxistinê hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin