PeyamaKurd- Li welatê Ûgandayê li bakûrê wê li herêma Morotoyê li zîndana Singilayê 220 zîndanî ketin cepilxaneya zîndanê û 15 tivingan hilanîn û ji zîndanê reviyan. Zîndanî yek ji leşkerên Hêza Parastina Gel ya Ûgandayê kuştin.
220 zîndaniyên reviyan, ber bi Çiyayê Morotoyê ve reviyan.Yek ji rêvebirê Ûgandayê Johnson Biyabaşaja weha got:
“Zîndanî xebatkarên zîndanê têkbirin û 15 tivingên cepilxanê birin. Niha qaçaxin. Şer derket û ber bi Çiyayê Moroto ve bazdan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin