PeyamaKurd – Piştî 27 salan cara yekeme ku serokekî dewleta Kubayê seredana Tirkiyê dike. Serokê Kubayê Miguel Mario Diaz-Canel Bermudez,îro giha Ankara û li Ankara ji aliyê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan de bi merasimekî fermî li Kulliyê hat pêşwazîkirin. Piştî hevdîtinê her dû lîder derketin ber çapemeniyê û axifîn. Her dû teref li ser bazirganî û veberhênana di seha enerjiyê de, turîzm, înşaat, çandinî, geşepêdan, tenduristî û hawirdoriyê de li hev kirine. Erdoğan got:
“Me erê kir ku hecma bazirganiya xwe derxin 200 milyon dolarî. Cara dawiyê serokê şoreşa Kubayê Fidel Kastro di wexta ez şaredarê Îstenbolê bûn hatibû seredana me Îstenbolê.”
Wê serokê Kubayê heya 24 ê mijdarê li Tirkiyê bimîne û heya niha di navbera her dû dewletan de 6 peyman hatin îmzekirin.
Di têkiliyên Tirkiyê û Kubayê de di sehayên ku li ser wan lihev kirine da bazirganiyê pêşde bibin ev in:
1-Seferên balafiran yên navbera Kuba û Tirkiyê hefteyê 3 rojin ku ev jî têkiliyên çandî û komelayetî di navbera her dû welatan de pêşde diçe,
2.TİKA destekê dide geşepêdana çandiniyê ya li Kubayê,
3.Wê di hilberîna aşiyên Koronavîrusê de her dû dewlet hevkariyê bikin,
4.Di seha tenduristiyê de her dû dewlet bi hev re alîkariya welatên Afrîkayê kirin û wê bikin jî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin