Îran: Em ê ji nû ve vegerin danûstandinên Vîyenayê

Îran: Em ê ji nû ve vegerin danûstandinên Vîyenayê

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan ragihand ku ew dê ji nû ve vegerin nav danûstandinên peymana nukleerî yên li paytexta Awusturya Vîyenayê birêve diçin.

Ebdullahiyan da xuyakirin ku ew dê di demeke nêzîk de li maseya danûstandinan vegerin, lê Amerîkayê bi betalnekirina dorpêçan û bi danîna ambargoyên nû îşareteke nebaş daye Tehranê.

Wezîrê Îranê di televizyona NBC ya Amerîkî de diyar kiriye ku pêwîste ji bor serketina danûstandinan pêşî rêveberiya Washington dorpêçên ser Îranê rake û daye zanîn ku ew dê deriyê muzakereyan vekirî bihêlin û li nêzîk vegerin danûstandinan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin