Ji Meclîsa Îranê fermana 'îdamên bilez' û 'derbên kujer'

Ji Meclîsa Îranê fermana 'îdamên bilez' û 'derbên kujer'

PeyamaKurd - Rejîma Îranê di navenda rageşiyên şer û krîzên navxweyî de pêleke nû ya bidarvekirinan da destpêkirin. Li girtîgeha Meşhedê, sê ciwanên ku di xwepêşandanên meha Çileyê de hatibûn girtin, hatin îdamkirin.

Îtîrafên bi zorê û "fêla" dezgeha dadweriyê

Sê girtiyên bi navên Mehdî Resûlî, Mihemed Reza Mîrî û Îbrahîm Dewlet Abad, bi tohmetên wekî "sîxurî bo Mossadê" û "têkdana ewlehiya neteweyî" hatin bidarvekirin. Parêzera dozê Merziye Mohîbî eşkere kir ku dezgeha dadweriyê bi sozên derew ên wekî "lêborînê" malbatên wan xapandine daku dengê xwe bilind nekin. Lê belê, rejîmê bêyî agahdarkirina malbat û parêzeran, li ser bingeha "îtîrafên di bin îşkenceyê de", ev ceza bicih kirin.

Çalakvanên mafên mirovan destnîşan dikin ku ev îdam di vê rewşa şer de tenê amrazek e bo belavkirina tirsê di nav civakê de daku rê li ber serhildanên nû bgirin.

Daxuyaniya 63 endamên Meclîsê û daxwaza tundiyê

Li aliyê din, 63 endamên Meclîsa Îranê di daxuyaniyekê de spasiya dezgeha dadweriyê kirin ji bo îdamkirina xwepêşanderan û daxwaz ji serokê dadweriyê Xulamhusên Muhsinî Ejeyeî kirin ku li dijî "faktorên sereke" rehmê nekin û sizayên "dersdar" bidin wan. Van parlamenteran herwiha bang li hêzên çekdar kirin ku di şerê li dijî Amerîka û Îsraîlê de, li gorî rênimayên Mucteba Xameneyî, "derbên kujer" bixin û destê xwe ji ser tetikê nekşînin.

Li gorî amarên dawî, ji Adara 2026an vir ve, herî kêm 28 girtiyên siyasî ku 13 ji wan xwepêşanderên meha Çileyê ne hatine îdamkirin.