5 civakên bineciyên Kanadayê ji bo xwe îdare bikin bi dewletê re peyman îmzekirin

5 civakên bineciyên Kanadayê ji bo xwe îdare bikin bi dewletê re peyman îmzekirin

PeyamaKurd – Li welatê Kanadayê 5 civakên bineciyên kevin ji bo xwe birêve bibin bi dewletê re peymanê îmze kirin. Peyman li eyaleta Ontarioyê çêbû. Ragihandin ji aliyê BBC yê ve hat ragihandin.

Qebîleyên ku bi dewletê re paymanê îmze kirine Moose Deer Point, Wahnapitae, Nipissing, Magnetawan û Zhiibaahaasing First Nations in. Ev cara yekeme ku peymanekî weha di navbera qebîleyan û dewleta federal de çêdibe.

Wezîrê pêwendiyên bi bineciyan re Marc Miller bi sedema îmzekirina peymanê bi nivîskî ragihand ku ev 20 sal zêde ye hevdîtinên wan di babetê de dewam dikin û terefan pîroz kir. Miller di daxwuyaniya xwe de weha got:

“Ez serokatiya Anishinabekan û kesên ji bo peymanê heya niha xebitîne pîroz dikim. Ev peyman wê bibe alîkar da serokatiya ananewî ya Anishinaabe vejîne û di navbera neteweyan de têkiliyan nûh bike. Em ê bi hevkarên me yên Anishinabek First Nations re li ser xalên ku ji bo me pêdiviyên serekene, bi hevre bixebitin, tayînkirina dahatûyê bixin rê û ji bo dahatûkeyeka baştir her tiştên wan destek bikin.

Serokê konseya netewa Anishinabek Reg Niganobe ji bo BBC yê ragihand ku her 5 qebîleyên mezin ji bo xwe birêve bibin pêngavekî mezin avêtine. Niganobe got ku 34 qebîleyên di derveyê wan de, ji bo xwe birêve bibin dikarin biryarê bidin. Li gor peymana serbixwe; wê karibin qanûnan çêbikin, terzê hilbijartina xwe tayîn bikin, wê biryarê bidin bê hukumeta wan çawa xebatê bike, wê karibin biryarê bidin bê çawa çanda xwe biparêzin û bi pêş bixin.

Ji bo peyman bi cîh bibe, divê mewzûata federal di parlementoyê de bê qebûlkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin