PeyamaKurd - Di çarçoveya pêngava li dijî gendeliyê de ku ji meha Hezîranê ve bi fermana Serokwezîrê Iraqê Ali Zeydi li Bexda û çendîn parêzgehan hatibû destpêkirin, derbarê berpirsên payebilind de biryarên nû hatin dan.
Saziya Dijî Gendeliyê ya Iraqê ragihand ku Serokê Koalisyona Azim û parlementer Müsenna el-Samarai ji ber ku di peymanên şîrketên Rafîneriyên Bakur û Başûr de ji bo xwe berjewendiyên neyasa peyda kirine, bi 6 salan cezayê zîndanê hate mehkûmkirin.
Her wiha dadgehê biryar da ku el-Samarai divê mîqdara 30 mîlyar dînarê Iraqî ku bi rêya van peymanan bi dest xistibû paşve vegerîne.
Di heman dosyayê de derbarê parlementer û serokê berê yê Komîsyona Deryastiyê ya Parlementoyê Ziyad el-Cenabi de jî biryara 5 salan cezayê zîndanê hat dan û hate xwestin ku mîqdara 4 mîlyar dînarê Iraqî yê bidestxistî bide.
Her du parlementer di 28ê Hzaîrana 2026an de di çarçoveya lêpirsîna li ser Cîgirê Berê yê Wezîrê Petrolê Adnan el-Cümeyli de hatibûn desteserkirin.
Beriya niha di meha Îlonê de jî parlementer Aliye Nasif bi heman tohmetên serwetgirtina neyasa bi 7 salan cezayê zîndanê hatibû mehkûmkirin.