7 navên muhtemel ên ku bikevin şûna Maduro

Dîroka Weşanê :
7 navên muhtemel ên ku bikevin şûna Maduro

PeyamaKurd- Piştî teqînên li paytext Karakasê, rêveberiya DYAyê bi awayekî fermî pişrast kir ku êrîş bi fermana Donald Trump hatiye kirin. Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê ragihand ku Nicolas Maduro û hevjîna wî Cilia Flores hatine girtin û ji welat hatine derxistin. Tevî ku Wezîrê Derve Yván Gil dibêje Maduro hîn jî serokê qanûnî ye, tê çaverêkirin ku Maduro li New Yorkê were darizandin. Ev geşedan dibin sedema nîqaşên li ser paşeroja rêveberiya sosyalîst a Bolîvarî û pirsiyara "Gelo sîstem bêyî Maduro dikare li ser piyan bimîne?" derdikeve pêş.

Namzedên di nava rêveberiya heyî de

Di nava hikûmetê de çend navên bi bandor wekî şûngirên muhtemel tên binavkirin. Alîkara Serok Delcy Rodriguez ku ji sala 2018an ve di nava navenda desthilatdariyê de ye, wekî yek ji namzedên herî nêz tê dîtin. Li gel wê, Wezîrê Karên Hundir Diosdado Cabello bi polîtîkayên xwe yên radîkal, Wezîrê Parastinê Vladimir Padrino Lopez bi hêza xwe ya leşkerî, û Serokê Îstîxbaratê Iván Hernández Dala navên girîng in. Herwiha Jorge Rodríguez, ku wekî "rêveberê krîzê" yê hikûmetê û Serokê Meclîsê tê naskirin, di nava vê lîsteya kêmkesî de cihekî sereke digire.

Plana mûxalefetê û rola Dewletên Yekbûyî

Heke rêveberiya sosyalîst bi temamî hilweşe, navên herî bihêz ên mûxalefetê María Corina Machado û Edmundo González in. Machado wekî rêbereke xwedî bandor a navneteweyî tê naskirin, González jî di hilbijartinên 2024an de wekî namzedê hevpar ê mûxalefetê li dijî Maduro derketibû qadê. Li gorî agahiyên CNN Internationalê, rêveberiya Trump bi heftiyan e li ser planên piştî Maduro dixebite û tê gotin ku stratejiya DYAyê bi giranî li ser avakirina pergaleke nû ya bi piştgiriya Edmundo González hatiye amadekirin.