PeyamaKurd- Balyozê berê yê Suriyeyê yê Enqereyê Nidal Kaplan, li ser pêwendî û nêzîkahiyên navbera Suriye û Tirkiyeyê axivî. Kaplan diyar kir ku nêzîkbûna Tirkiyê û Suriyeyê, di berjewendiya herdu aliyan de ye.
Nidal Kaplan di nirxandinên xwe de bal kişand ser hewilên nêzîkbûna siyasî û banga nêzîkbûneke defakto û pratîkî ya di navbera herdu welatan de û hevkariya di mijarên sereke de kir.
Kaplan diyar kir ku ji nû ve avakirina têkiliyên di navbera Suriye û Tirkiyeyê de bi "nekolandina dîrokê" ve girêdayî ye.
Nidal Kaplan banga hevkariya leşkerî û ewlehiyê ya hevpar a li dijî terorê kir û got, "Tirkiye û Suriye, di mijara têkoşîna li dijî terorê de li hev kirine.”
Dîplomatê berê îdia kir ku operasyonên Tirkiyeyê yên li Suriye û Iraqê, li dijî rêxistinên terorê di bin sîwana "ewlehiya neteweyî" de "hincetek" e û da zanîn ku planên Tirkiyeyê yên ji bo avakirina herêmeke ewle ya li Suriyeyê û bicihkirina penaberên Suriyeyê, "divê di bin sîwana herdu aliyan de be."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin