PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî navê namzedên 8 wezîrên ku heta niha di kabîneya hikûmetê de kêm mabûn, ji parlementoya Iraqê re şand. Tê çaverêkirin di civîna îro 4ê Kanûnê de deng li ser wan were dayîn.
Wezîrên ku hatine wekî namzedê kabîneyê hatine destnêşankirin ev in: Wezîrê Navxweyî Falih Feyyaz, Wezîrê Berevaniyê Feysel Cerba, Wezîrê Plandanînê Nûrî Natiq Dilêmî, Wezîrê Xwendina Bilind Qusey Suhêl, Wezîra Perwerdeyê Seba Tayî, Wezîrê Dadê Dara Nûredîn, Wezîra Koç û Koçberan Henaa Emanewêl Gorgîs, Wezîrê Rewşenbîrî Ebdul-Emîr Hemdanî.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî 26ê Cotmeha 2018an ji bo kabîneya xwe 14 wezîr destnîşan kiribûn, lê heta niha jî li ser navê 8 wezîrên mayî lihevkirin di navbera aliyên beşdarê hikûmetê de çênebûbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin