PeyamaKurd – Tirkiye bi sedema zêdebûna nexweşîna Kovid-19 ê ya di zîndanan de îznê dabû 80 hezar mehkûmên di zîndanan de. Niha hem Kovid-19 nemaye an zêde kêm bûye û hem îzna ku di zîndanên servekirî de dabûn mehkûman, di meha hezîranê de diqede.
Îzna mehkûman heya niha 12 cara dan dirêjkirin û wê ji niha û pê de îzna wan zêde nekin. Îzna mehkûman di 31 ê gulanê de diqede û eger mehkûm heya wê rojê neçin zîndanên ku tê de bûn, wê di derbarê wan de biryara girtinê bidin.
Heya niha ji îzna Kovid-19 ê 200 hezar zîndanî fêde dîtine û wê 80 hezar mehkûmên di îznê de wê dagerin zîndanên xwe.
Mehkûmên li derve ne, wê bi teblîxatan bangî wan bikin da dagerin zîndanên xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin