PeyamaKurd – Li bazara siyasî ya Ankara tê gotin ku wê 9 parlementerên İYİ Partiyê derbasî nav refên partiya MHPê dibin. Gotin ji aliyê rojnamevan Sinan Burhan de hat gotin.
Eger 9 parlementer derbasî nav partiya MHPê bibin, mêzêna siyasî ya Ankara bi temamî diguhire. Nûçe piştî ku serokê İYİ Partiyê Müsavat Dervişoğlu li navenda partiya CHPê destekê da serokê niha yê CHPê Özgür Özel, hat belavkirin. Dervişoğlu got:
“Em refdarê demokrasiyê, îrada milletê û komara ku Atatürk ava kiriye ne.”
Li ser belavbûna xeberê ya di TV100 de ku rojnbamevan Sinan Burhan ragihand, Burhan çavkaniya xwe bir ser ciyekî ku navê wê neda û got:
“Ez bi çavkaniya xwe bawerim. Wê 9 parlementerên İYİ Partiyê herin nav MHPê.”
29 parlementerên İYİ Partiyê di meclisa Tirkiyê de hene. Le heya niha ji İYİ Parti û MHPê di mijarê de ti agahî nehatiye parvekirin.