Romannivîsê Humeynî rexne kir, hat kustin

Romannivîsê Humeynî rexne kir, hat kustin

PeyamaKurd- Romannivîsê şî’a yê bi navê Ala Meşdûb li bajarê Kerbelayê li ber derê xwe, ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar de bi sîlih hat kuştin. Li ser kuştina Meşdûb lêpirsîn hat destpêkirin.

Wezîrê Rewşebiriyê, berhem û geştûguzariyê yê Iraqê Abdulemir Hamdanî, bi awayeka nivîskî bûyerê şermezar kir.

Romannivîs Ala Meşdûb berya du hefteyan, di ser hesabê xwe yê twitterê de nivîsek nivîsandibû û tê de serokê şoreşa Îranê Ayetûllah Humeynî rexne kiribû. Piştî belavkirina nivîsê Meşdûb hat kuştin lê ev bû sedema niqaşên di welatê wan de.

Nivîsên din yên Meşdûb hene ku di wan de rexne li mirovên serpereştên olî dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin