Aliyev bersiva rexneyên di qedexeya sergirtina jinan ya di dibistanan de da

Aliyev bersiva rexneyên di qedexeya sergirtina jinan ya di dibistanan de da

PeyamaKurd – Serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev di dibistanan de qedexê danîbû da keç û xebatkar bi sergirtî neçin dibistanan. Her weha xebatkarên jin yên di dezgeyên perwerdê de dixebitin divê sergirtî neçin wan dezge û dibistanan.

Li ser mijarê ji Tirkiyê hinek kes Aliyev xistin ber topan û wî rexne kirin. Li ser mijarê Aliyev, rexneyan bersivand dû got:

“Kes nikare ders bide dewletekî serbixwe. Rewşa li welatên din, mijara xelkê wî welatiye.”

Li Azerbeycanê di xwendegehên dewletê de mamoste û xwendevan nikarin sergirtî herin dibistanan. Li ser mijara rexneyên di mijarê de, Aliyev got ku kes nikare destê xwe bixe nav karê dewleta wî û raveyan li ser biryara wê dewletê bike.

Aliyev got ku her dewlet dikare biryara xwe ya ji bo mijarên naxwe bide û ji bo mudaxeleyên ji derve de tên kirin weha got:

“Pêwiste kes dersê nede dewletekî serbixwe bê çi bike û çi neke. Ji xwe bipirsin bê gelo mafê we heye ku hun dersê bidin ti kesî? Rûdanên li welatên din dibin, mijara wan gelan û ya nav dewleta wan e.”

Gelek kesên ku di meselê de rexne li Azerbeycanê dikin, gelo ew kes an partî çiqas rêzê li mafê xelkê xwe digrin ku heya mudaxeleyê nava Azerbeycanê dikin?

An weka berê dixwazin desthilata Azerbeycanê weka salên 1990an ji ortê rakin? Siyasetmedar li ser van mijaran radiwestin û dibêjin esas mesele ne sergirtina keçan an mijarên weka wê ne.