PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîbûna erka hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û xelkê Kurdistanê dilxweş kir ku herêm ne di bin ti gefekê de ye.
Barzanî spasiya hevpeymaniyan kir ji bo piştgiriya wan a di şerê li dijî DAIŞê de û got: "Ez dixwazim gelê xwe yê ezîz ê Kurdistanê dilxweş bikim ku bi tu awayî Herêma Kurdistanê rûbirûyî gefan nabe, û di navbera me û Hikûmeta Federal de hemahengiyeke gelekî baş heye."
Barzanî her wiha hişyariyeke tund da her aliyekî ku bixwaze aramiya Kurdistanê têk bibe û anî ziman: "Divê her kes bizane ku li Kurdistanê hêzeke têrker ji Pêşmergeyan û fedaîyên welat heye ku ji bo parastina xak û gelê xwe û pûçkirina her gef û êrişekê di amadebaşiyê de ne."
Wî tekez kir ku parastina seqamgiriyê dê di çarçoveya hevahengiya tam a bi hêzên Iraqî û peymanên dualî de were domandin.