Serok Barzanî: Çeka Pêşmerge dîrok, qurbanî û rûmet e!

Serok Barzanî: Çeka Pêşmerge dîrok, qurbanî û rûmet e!

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser nirxandinên derbarê çekên Pêşmerge de bertek nîşan da û diyar kir ku Pêşmerge ji xwîn, ked û hêsirên gelê Kurdistanê derketiye holê.

Serok Barzanî di peyamekê de ku li ser Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê weşand, rexne li şîroveyên hin derdoran ên derbarê çekên Pêşmerge de kir.

Di peyama xwe ya ku li ser platforma medyaya civakî X parve kir de, Barzanî diyar kir ku ji ber pêşketinên siyasî yên dawî, hin koman nirxandinên xelet derbarê çekên Pêşmerge de kirine.

Barzanî diyar kir ku Pêşmerge hêzek e ku bi qurbaniyên mezin ên gelê Kurdistanê hatiye afirandin û got, "Divê hemû alî ji bîr mekin ku Pêşmerge berhema xwîn, ked û hêsirên gelê Kurdistanê ye."

Barzanî tekez kir ku çekên Pêşmerge ne tenê hesin, cebilxane û alavên şer in û got, "Çeka Pêşmerge ne tenê amûrek şer e. Ew sembola dîrok, qurbanî, rûmet û baweriyê ye."