Serok Barzanî: Em naxwazin bi tu welatekî re bibin neyar, tenê aştiyê dixwazin

Serok Barzanî: Em naxwazin bi tu welatekî re bibin neyar, tenê aştiyê dixwazin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di merasima bidawîbûna xula bîstan a Peymangeha Kadirên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku niha peywendiya Herêma Kurdistanê bi hikûmeta federal a Iraqê re baş e û got: "Em daxwaza cîbicîkirina destûrê dikin."

Serok Barzanî her wiha bal kişand ser rêkeftina di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî de û diyar kir ku heke ev rêkeftin were cîbicîkirin baş e, lê heke neyê cîbicîkirin ew ê li ser helwêstên xwe bifikirin.

Serok Barzanî anî ziman ku rewşa navçeyê pir hesas e û di şerê mezin ê dema borî de wan karîbû Herêma Kurdistanê û xelkê wê heta asteke mezin ji karesateke mezin biparêzin, her wiha tekez kir ku ew bi tu welatî re nebûne neyar û hêvî xwest ku aştî li herêmê bicih bibe.