Rawestê pirs kir: Xelkê bakur ji bo biryara qeyûman çi difikire?

Rawestê pirs kir: Xelkê bakur ji bo biryara qeyûman çi difikire?

PeyamaKurd – Kompaniya Lêkolînên Civakî ya bi navê Rawest, li ser tayînkirina qeyûman bo şaredariyên bajarên mezin ên Mêrdîn, Wan û Diyarbekirê li Bakurê Kurdistanê lêkolînek kir.

Rawestê di navbera rojên 26-30yê Tebaxê de, li ser biryara qeyûman raya gel pirsî.

Li gorî encamên rapirsîna ku bi hevdîtinên rûbirû ligel 1 hezar 536 kesan hatiye kirin, her ji çar kesan 3 kes difikirin ku biryara danîna qeyûman li şûna şaredarên hilbijartî şaş e.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 19ê Tebaxê bi hinceta ku derheqê şaredarên hersê bajaran de, beriya hilbijartinan lêpirsîn hatine destpêkirin ew ji karê wan dûr xistibû û li şûna wan jî parêzgarên wan bajaran hatibûn danîn.

Çalakiyên protestokirina qeyûman ji aliyê HDP û saziyên sivîl ve hîn jî dewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin