PeyamaKurd - Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed derbarê kuştina hovane ya leşkerê Sûriyê yê Kunr Samî Şêxmûs Hiso de daxuyaniyek da.
Ehmed wth ku ev tawan rasterast êrîşek e li ser ewlehiya civakê û pîroziya jiyana welatiyan e û tekez kir ku parastina xwîna xelkê parêzgehê berpirsyariya sereke ya dewletê ye.
Parêzgarê Hesekê ragihand ku ji bo tespîtkirin û girtina lezgîn a kesên ku di vê tawanê de cih girtine, fermanên pêwîst dane dezgehên ewlehiyê û dadweriyê.
Nûredîn Ehmed di dawiyê de da zanîn ku dewlet dê di peydakirina aramiyê de bibiryar be û tu carî rê nade kesên ku dixwazin ewlehiya gel û aştiya civakî têk bibin.
Gumanbarê sereke hat diyarkirin
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Hesekê ragihand ku piştî şopandineke berfireh a dosyeya revandin û kuştina welatiyê bi navê Samî Şêxmûs Heso (Sîpan), termê wî li nêzîkî gundê Heloyê hatiye dîtin û nasnameya gumanbarê sereke jî hatiye eşkerekirin. Li gorî daxuyaniyê, tîmên taybet bi piştevaniya zanyarên îstixbaratî çûne cihê bûyerê û di encama pişkinînan de diyar bûye ku navborî bi çend guleyan ji nêzîk ve hatiye kuştin. Hêzên ewlekariyê bi rêya delîlên hatine civandin nasnameya gumanbar bi tîpên M. E. diyar kirine û operasyonên lêgerînê ji bo desteserkirina wî û radestkirina wî bo dadgehê bi awayekî berfireh berdewam in.