Îlham Ehmed: Em amade ne ji bo parastina sivîlan hêzên xwe ji Helebê derxin

Îlham Ehmed: Em amade ne ji bo parastina sivîlan hêzên xwe ji Helebê derxin

PeyamaKurd – Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, derbarê rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê daxuyaniyeke giring da.

Îlham Ehmedê diyar kir ku ji bo parastina canê sivîlan û li ser pêşniyara navbeynkarên navneteweyî, ew amade ne hêzên xwe ber bi rojhilatê Firatê ve veguhêzin.

Lê belê, Îlham Ehmedê destnîşan kir ku ev veguhestin bi şertê garantîkirina ewlehiya navxweyî û mana encûmenên xwecihî ye, ku di çarçoveya "Peymana 1ê Nîsanê" de hatine diyarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin