PeyamaKurd – Dewleta Hindistanê 2 mîlyon doz aşiya Oxford-AstraZeneca yê bexşî hukumeta Bangladeşê kir. Bangladeşê ragihand ku wan 2 mîlyon doza aşiya Oxford-AstraZeneca yê weha diyarî ji Hindistanê girtine.
Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Bangladeşê; Komîserê Bilind yê Hindistanê Vikram K Doraiswami, 2 mîlyon doz aşiya Oxford-AstraZeneca yê li payîtext Dakkayê teslîmê wezîrê karên derve yê Bangladeşê Abdul Mumîn û wezîrê tenduristiyê Zahid Maleque kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin