PeyamaKurd – Îngîltere ragihand ku aşiya Kovid-19 ê ya ji aliyê şîrketa Oxfordê ya Zankoyê de hatiye çêkirin û bipêşxistin ya bi navê AstraZeneca’yê dê di 4 ê mehê de dest bikaranîna wê bikin. Wezîrê tenduristiyê yê Brîtanyayê Matt Hancock, ragihand ku ji aliyê Rêvebiriya Derman û Berhemên Tenduristiyê (MHRA) de îzna aşiya Oxford-AstraZeneca yê dane û li serê axifî.
“Wê di 4 ê mehê de dest bi aşiyê bikin û pê re jî dê lezê bidin aşiyê. Roja jiyana me bibe normal, dê zêdetir were pêş. Bi sitendina îznê re em ê rêya xwe bibînin an ku rêya xwe ya derketina ji nava pandemiyê bibînin. Aşi tekane rê ye ku em ji nava pandemiyê derên.”
Hat ragihandin ku gihandin û parastina aşiya Oxford-AstraZenecayê ji ya Pfizer û BioNTechê hêsantire. Aşiya AstraZenecayê ya hevkar ya Brîtanya û Swêdê ye ku bi hevre hildiberînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin