PeyamaKurd - Her diçe xwepêşandanên hemwelatiyên Iraqê berfirehtir dibe û di encama çalakiyan de li hin bajaran alozî derket.
Xwepêşandanan yekemîn car li parêzgeha Besrayê dest pê kir û hemwelatiyên wî parêzgehî daxwaza başkirina xizmetguzariyên av û elektrîkî û herwiha derfeta kar kirin.
Xwepêşandanan sînorên Besrayê derbas kir û li çend bajar û bajarokên din jî xelk rabûne ser piyan.
Serokê Encûmena Parêzgeha Zîqarê Hemîd el-Xîzî ji Rûdawê re ragihand, ku îro danê sibehê, li navenda parêzgeha Zîqarê xelkê dest bi xwepêşandanan kirin û daxwaza başkirina xizmetgûzariyên weke av û elektrîkê kirin.
Herwiha li parêzgeha Necefê jî xwepêşandan hebûn. Endamê Komîsyona Ewlekariyê ya Necefê Kazim Celîcawîm ragihand: “Xwepêşanderên Necefê daketine kolanan û piştgirî dane xwepêşanderên Besrayê.”
Li parêzgeha Mîsanê xwepêşander li pêş avahiya parêzgariyê kom bûn û heman daxwaz ji berpirsan kirin. Herwiha li parêzgeha Emmare jî xwepêşandanan dest pê kiriye û tê çaverêkirin li van parêzgehan heta dernegiya şevê çalakî berdewam bibin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo agahdarbûna rewşê û nerazîbûna xwepêşanderan serdana Besrayê kir. Ofîsa Serokwezîriyê ragihand, ku Ebadî ji Brûkselê rasterast çûye Besrayê û hewl dide aramiyê vegerîne bajêr.
Bêkarî û nebûna xizmetguzariyan, hêrsa xelkê Besrayê gihgandiye asteke herî bilind. Xelkê wê parêzgehê ji ber xemsarî û kêmkariyên hikûmetê li ser cadeyan xwepêşandanan dikin û tekez dikin, heta ku hikûmet daxwazên wan pêk nehîne, ew li ser cadeyan naçin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin