‘Sedema aloziya xwepêsandana Zaxoyê PKK û Nifsê Nû ye’

‘Sedema aloziya xwepêsandana Zaxoyê PKK û Nifsê Nû ye’

PeyamaKurd - Rêkxerê Rasperdeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, alîgirên PKKê û Nifşê Nû, destwerdana xwepêşandana Zaxoyê kirin û bûn sedema derxistina aloziyê.

Rêkxerê Rasperdeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, “Çend aliyên siyasî yên nevxweyî û derveyî bi armanca têkdana rewşê û derxistina alozî û nearamiyê, hewl dan arasteya xwepêşandanê biguhêrin û di encamê de rûbirûbûn di navbera hêzên ewlehiyê ku hewla parastina aramiyê dan û xwepêşanderan de rû da û di encamê de hejmarek ji karmendên polîs û welatiyan birîndar bûn û ziyan gihîşt çend cihên giştî û taybet.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Mixabin xwepêşandanên 19ê Tebaxê li Zaxo arasteyeke din wergirt û tundûtûjî jê derket”.

Herwiha di daxuyaniyê de hat aşkerekirin, “Ji bingeh ve xwepêşandan ji aliyê ajokarên barhilgiran ve bû ku bihaneya wan ew bû, vekirina deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl ku ji bo demekê ji ber rêkarên Koronayê hatibû rawestandin, bû sedem ku ajokarên Tirk kelûpelan veguhêzin nava xaka Herêma Kurdistanê, ev jî ziyanê digihîne karê wan. Lê alîgirên PKKê û Nifşê Nû û çend aliyên din beşdarî xwepêşandan bûn û bi gotina diruşmên PKKê arasteya xwepêşandanê guhart û teqe li welatiyan û hêzên ewlehiyê kirin û karên têkderane kirin û di encamê de hejmarek ji welatî û hêzên ewlehiyê birîndar bûn, ev di demekê de ye ku gelek ji wan kesên beşdarî xwepêşandanan bûne, ne xelkê Zaxo bûn”.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Di encama teqekirinê de 61 karmendên hêzên ewlehiyê û 4 welatiyên sivîl birîndar bûn ku yek ji wan zarok bû. herwiha 26 otombîlên hêzên ewlehiyê û welatiyan û milkê taybet û giştî ziyan dîtin”.

Di daxuyaniyê de tekezî hate kirin, “Hêzên ewlehiyê rasterast teqe li xwepêşandanan nekir û rê li ber têkderan girt, piştî ku hewla şewitandina milkên giştî û taybet dan”.

Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hat gotin: “Ji aliyê hêzêna ewlehiyê ve 18 kes hatin desteserkirin ku çek hilgirtibûn û lêkolîn bi wan re berdewam e. Di demekê de ku xwepêşandan bo daxwaza mafên ajokarên barhilgiran bû, lê di çarçoveya lêkolînan de derket ku tenê 4 kes ji kesên hatin desteserkirin, ajokar in. Niha rewşa Zaxo aram e û lêkolîn jî berdewam in”.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin