PeyamaKurd - Berpirsê liqa 16 ya PDKê Bilind Îsmaîl ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, hefteya bê serokê nû yê Herêma Kurdistanê dê were hilbijartin û merasima sondxwarin û dest bi kar bûna serok jî nêzîkî 10ê meha din e.
Li gor nûçeya BasNewsê Bilind Îsmaîl ji wiha gotiye: "Ji xwe piştî ku serok dest bi kar bû yekser kandîdê serokatiya hikûmetê erkdar dike bo pêkanîna kabîneya nû. Ew jî bi texmîna min dê 20ê Hezîranê dest pê bike û eger kandîdên partiyan amade bin, dê di nav hefteyekê de kabîneya nû pêk were."
Îsmaîl anî ziman, destnîşankirina kandîdan bo PDKê hêsan dibe lê wisa xuya dike bo partiyên din wisa nebe.
5 namzet ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê hevrikiyê dikin ku di nav wan de şansê namzetê PDKê Nêçîrvan Barzanî ji hemiyan zêdetir e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin