Serok Barzanî: Dijmin 8 hezar Barzanî enfal kir lê nekarî wê rêbazê biskîne

Serok Barzanî: Dijmin 8 hezar Barzanî enfal kir lê nekarî wê rêbazê biskîne

PeyamaKurd - 36 sal bi ser enfalkirin û jenosîdkirina heşt hezar Barzanî re derbas dibe. Roja 31 Tîrmeha sala 1983yan bi fermana Sedam Husên bi hezaran Barzanî, tenê ji ber ku kurd in, hatin girtin, bi sedan km dûrî zêda wan hatin kirin û li çol û beyarên başûrê Iraqê zindî zindî çal kirin.

Bi helkefta 36emîn salvegera enfakirin û jenosîdkirina 8 hezar Barzanî, Serok Barzanî peyamek belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe destnîşan kir ku, hemû şiyan ji bona zuhakirina koka hizra enfalê ye da ku wîjdana civaka navdewletî hişyar bibe.

Deq peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xudayê Bexşende û Dilovan,

Îro salvegera rojeka tarî ye di dîroka gelê me de. Beriya sî û şeş salan rêjîma Beisî bi awayekî hovane heşt hezar mêrên pîr û genc yên Barzanî, ku temenê wan di navbera 9 salî heta 90 salî de bû, rapêçî çol û beyarên başûrê Iraqê kir û bi awayekî ne mirovane komkuj kirin.

Ew tawan, xelekek bû ji wê zincîra karesatên ku bi ser zarokên gelê Kurdistanê de hatiye. Ji wendakirina dozde hezar xortên Feylî û enfala Germiyan û kîmyabarana Helebcê re bigire heta erebkirin û sirgûnkirin û êrişa terorîstan û tawanên li dijî xûşk û birayên me yên êzîdî.

Di dîroka xebata rizgarîxwaza gelê me de, tevahiya gelê me rastî karesat û zilmê bûne lê dijmin kînek taybet li hember Barzanî hebû. Çimkî ew der wek melbenda şoreşê û bersivdana dagîrkeriyê û kaniya rêbaza serxwebûnê ye, ji ber wê jî lê tirsiyane.

Dijmin heşt hezar Barzanî enfal kir lê tenê nekarî wê rêbazê bişkêne, belkû heta niha jî ew rêbaz nûnertiya kurdiniyê dike.

Mixabin heta niha jî, car caran bîra şovenîstî û enfalçîtiyê di reftarên hinek kes û aliyan de tê dîtin. Ji xwe kêşeya serekî ya gelê me bi hikûmetên Iraqê re ev bûye.

Di salvegera enfala Barzaniyan de ez dixwazim bêjim bibîranîn tenê ew nîne ku tenê êş û jan bibîr bên, belkû bo wê ye hemû şiyan ji bona zuhakirina koka hizra enfalê were bikaranîn. Bo wê yekê ye da ku wîjdana civaka navdewletî hişyar bibe dema gorên bi kom yên ezîzên me li biyabanên Iraqê tên vedan, li hember gelê me şerm bikin û bizanin çi zilmek li me hatiye kirin û ew jî li hember wê bêdeng bûne.

Bijî Kurdistan

Nemirî bo şehîdên rêka azadiyê”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin