PeyamaKurd - Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê Dr. Eyad Elawî ragihand ku rêveberiya Bexdayê ji bo cîbicîkirina madeya 140î pêşniyareke çareseriyê li Serok Mesûd Barzanî kiriye û Serok Barzanî jî ew pêşniyar bi germî pêşwazî kiriye.
Elawî ji K24ê re daye xuyakirin, “Bexdayê bi navbeynkariya komisyonekê dixwaze madeya 140î cîbicî bike. Ev pêşniyar gihîştiye ber Serok Barzanî û bi erênî pêşwazî kiriye.”
Elawî destnîşan kir ku rewşa herêma derveyî îdareya herêma Kurdistanê bi taybet ya Kerkûkê ne aram e û heger wisa berdewam bike, dê teror ji berê bihêztir bibe li herêmên çarçoveya madeya 140î.
Herwiha parêzgarê Kerkûkê yê eslî Necmedîn Kerîm jî dibêje, beriya bicihanîna pêşniyara Bexdayê divê şertê ewil asayîkirina rewşa Kerkûkê be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin