PeyamaKurd – Li welatê Komara Kongo ya Demokratîk rêxistina bi navê ADF ya serhildêr, li eyaleta Ituriyê di êrîşan de herî kêm 300 kesên sîvîl revand.
Li gor çapemeniya xwecîh ya Kongoyê; Hêzên Hevkariya Demokratîk (ADF) di rojên dawiyê de êrîşên xwe li ser xetta Mambasa-Komanda zêdetir kiriye.
Di êrîşên ser gundên Mabukulu, Masoli, Babungwe û Lomalisa de, herî kêm 300 sîvîlan revandin. ADF, carna ji bo fidye ji xelkê bistîne sîvîlan direvîne lê vê carê ji bo fidye ye an na, nayê zanîn.
Hêzên asayîşa dewleta Kongoyê ji bo 300 kesan rizgar bikin dixebitin da operasyonan bikin.
Hêzên Hevkariya Demokratîk (ADF) di dawiya sala 1990an de, weka hevkarî dest bi tevgeran kiriye, di nava ADFê de kesên ji endamên Artêşa Rizgariya Netewî ya Ûganda (NALU), Artêşa Rizgariya Misilmanan û Cemaeta Teblîxê tên hene û hevkariyê ava kirine.
Tevgera li deverê, ji sala 2014an heya niha dewam dike.