AFAD: 44 hezar û 374 kes, bûn qurbaniyên erdhejan

AFAD: 44 hezar û 374 kes, bûn qurbaniyên erdhejan

PeyamaKurd- Ji aliyê Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ve hat ragihandin ku heta niha di erdheja Mereşê de li 11 bajaran 44 hezar û 374 kesan canên xwe ji dest dane.

Daxuyanî, îro ji aliyê Serokê AFADê Yunus Sezer ve hat dayîn û 26ê Sibata 2023yan amarên nû yên erdheja Mereşê ku bandor li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir, eşkere kirin.

Yunus Sezer, di daxuyaniya xwe de daneyên nû eşkere kir û got: “Di erdheja ku navenda wê Mereş bû de heta niha 44 hezar û 374 kesan can dane. Heta niha xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li 21 hezar avahiyan bi dawî bûye. Piştî erdheja 6ê Sibatê, 9 hezar û 990 erdhejên piştlerz çêbûne."

Sezer da zanîn ku heta niha 287 konbajar ava kirine û dê zêdetir ji 100 hezar konteynir ava bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin