PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama lehiyên ku hefteya borî li Libyayê rabûne de, hejmara miriyan gihîştiye 11 hezar û 300 kesan, 10 hezar û 100 kes winda ne û 43 hezar kes jî koçber bûne.
Rayedarên Libyayê ragihandine ku herî zêde xisara lehiyê li ser bajarê Derna yê bakurê rojhilatê Libyayê çêbûye û pêdiviya lezgîn a alîkariyên wekî; xida, vehewandin, av û cilan heye.
Rêxistina navneteweyî ya penaberiyê jî eşkere kir ku ji ber lehiya li bakur-rojhilatê Libyayê herî kêm 43 hezar welatî koçber bûne.
Rêxistinê demek berê ragihandibû, ji ber kêmbûna ava paqij wê gelek welatî ji Dernayê ber bi rojhilat û rojavayê bajêr ve koçber bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin