PeyamaKurd - Li Nepalê piştî ku di 26ê Tebaxê de parçeyekî qeşemê ji çiyayên Hîmalayayê qetiya û di Çemê Bhotekoshiyê de bû sedema rabûna lehiyeke mezin, hejmara qurbaniyan roj bi roj zêde dibe.
Saziya Neteweyî ya Birêvebirin û Kêmkirina Rîska Karesatan a Nepalê (NDRRMA) ragihand ku hejmara kesên di vê karesatê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 734 kesan.
Hat diyar kirin ku hejmara kesên winda bûne gihîştiye 2 hezar û 498 kesan, 242 kes birîndar bûne û 8 hezar û 186 kes jî ji aliyê tîmên rizgarkirinê ve hatine rizgarkirin.