PeyamaKurd - Hate ragihandin ku ji ber barîna zêde ya baranê û têkçûna jêrxaneyên sereke, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê lehî rabû û ziyan gihişt 70 malan.
Li gorî zanyariyan, lehî li çemê taxa Cim’aya ya Qamişlo rabû û ziyan gihişt bêtirî 70 malên welatiyan.
Xelkê taxê bang li aliyên pêwendîdar û berpirsyar kir ku destwerdaneke bilez bikin da ku rewş nebe krîzeke mirovî. Herwiha ji bilî taxa Cim’aya, li taxên din mîna taxa Kornîş jî av li kolanan kom bû û tevgera çûnûhatinê rawestiya.