PeyamaKurd- Li Hindistanê otobusa ku ji Muzaferpûrê diçû Delhiyê, di rê de qelibî û di encamê de 27 rêwî mirin. Di otobusê de 35 rêwî hebûn.
Otobus, li herêma Bihar Motîharîyê li ser rêya sereke bo li pisqilêtê nexe rêya xwe guhert û qelibî. Piştî otobus qelibî agir bi otobusê ket.
Wezîrê Afetê Dineş Çandra Yadaw ragihand ku karibûne tenê 4 rêwiyan ji otobusê rizgar bikin. Dibe ku ji niha û pê de jimara miriyan hêjî zêdetir bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin