Ahmed Şara li ser çekberdana HSDê daxwuyanî da

PeyamaKurd – Ahmed Şara ragihand ku di navbera Şamê û rêvebiriya Rojava de hevdîtin dewam dikin, Kurd qebûl kirine ku çek di bin kontrola dewletê de bin lê li ser hinek mijaran li hev nakin.
Ahmed Şara, roja Duşemê ji bo televizyona dewletê di hevpeyvîna xwe de got:
"Dewletên ku destekê didin HSDê, di mijara yekîtiya dewleta Sûriyê û ku çek di bin kontrola dewletê de bin hemfikrin. HSD dixwaze ku çek di bin kontrola dewletê de bin lê di hinek mijaran de em li hev nakin.”
Fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Abdî roja Yekşemê ji bo APyê ragihandibû ku wekî qaîde dixwazin perçeyekî ji wezareta bergiriyê bin, ji Şamê re pêşniyarekî kirine û li benda bersiva Şamê ne.
Rêvebiriya Rojava, roja Yekşemê an ku Ladê gotibû di demekî nêz de li Şamê bi tevlîbûna terorîstan konferansekî nerewa li dar xistine û konferansê şermezar kiribû.
Di nav kesên tevî konferansê bûbûn de, HTŞ û SMO hebûn ku her dû jî heya niha çekên xwe nedanîne.
Ev nivîs 407 car hatiye xwendin.




