PeyamaKurd – Şîrketa rêyên hewayî ya Fransayê Air France bi sedema tevlihevbûna Rojhilata Navîn, hinek seferên xwe yên ji bo bajarên Rojhilata Navîn rawestand.
Şîrketê ragihand ku ewlehiya seferan li hinek deveran nîne û hinek sehayên hewayî jî girtîne.
Şîrketê got ku wê heya 24ê Tîrmehê dê seferan nekin Riyad a Erebistanê, yên Lubnanê ji her dû terefan heya 2yê Tebxê dê seferan nekin, yên Dubaiyê jî dê heya 27ê Tîrmehê ji her dû seriyan de dê seferan nekin.