PeyamaKurd – Wekîlê serokê grûba AKPê Abdulhamit Gül ragihand ku li pêşiya serokkomar Erdoğan ti astengiya destûrî nîne ji bo car din bibe namzedê serokkomarê Tirkiyê. Gül li bajarê Sakarya di wexta têkiliyên xwe dida dewamkirin de got:
“Ji bo bijartina namzediya serokkomarê me, baweriya me temame ku bendewariyên milletê bicîh bîne. Li seraserê welat bireka zêde ya civakê behsa pêdiviya xwe ya bi Erdoğan ya bi serokatiyê heye, kesên deng didinê an nedinê hemû ji biryarên wî yên bi wêrekane ku di asta navdewletî de ragihandinan dike, raziye.”
Gül ragihand ku xelk li serê hemfikre car din Erdoğan serokatiya Tirkiyê dewam bike û Tirkiyê xwurt bike. Li ber Erdoğan astengiya hûqûqê û destûrê tineye. Gül baweriya xwe ragihand ku pêdiviya Tirkiyê bi destûrekî nûh heye, dê meclis bersiva wê destura nûh bi cîh bîne. Gül weha dewam kir:
“Ez bawerim wê meclis, van pirsgirêkan çareser bike. Bi biryara meclis û milletê ez bawerim wê Erdoğan car din bê hilbijartin…Pêdiviya Tirkiyê bi lîdertiya Erdoğan ya xwurt û bi tecrube heye…Em ê tev bi hevre encamê bibînin.”